Dewrek Ğeddar Qediya

Dewrek Ğeddar Qediya

Li Misrê Piştî 30 Salan, Rewşa Neasayî Hat Rakirin

Li Misrê di 1981ê de, bi kuştina serekcimhûr Enwer Sedat ve, halê neasayî hatibû îlan kirin. Ev serê 30 sal e, bi vê rewşê, Misir dihat îdare kirin, bi vê rewşa xeddar, li gelek muslumanê bêsûc zulm û îşkence dihat kirin.

Konseya bilind ya eskeriyê, îlan kir ku rewşa neasayî, piştî 30 salan, hatiye rakirin. Di beyanê de hat gotin ku wê emniyeta welat, ji teref hêzên emniyetê ve bê kirin. Wê emniyet li gor çarçova hukmên qanûna esasî, bê amade kirin.

Li Misrê ji kuştina Enwer Sedat vir ve, rewşa neasayî dom dikir. Di dewra Husnî Mubarek de, meclîsê çend cara muddeta rewşa neasayîyê dirêj kiribû. Dîsa hikûmetê xwestibû ku di dawiya vê gulana borî de, dirêj bike lê serekmeclîs red kiribû. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.