Di 2 bajaran de seferên balafirê hat betalkirin

Di 2 bajaran de seferên balafirê hat betalkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber barîna berfê ya li Herêma Rojhilata Anatolê hinek seferên balafirên bajarên Agirî û Qersê hatine betalkirin.

Hat ragihandin ku ji ber barîna berfê ya li Herêma Rojhilata Anatolê ya ku bandora xwe zêde kiriye hinek seferên balafirên bajarên Agirî û Qersê hatine betalkirin.

Gor agahiyên hatine bidestxistin ji ber berfa ku doh dest pê kiribû û îro bandora xwe zêdetir kir seferên xeta hindir ên Balafirgeha Ahmed-î Hanî hatine betalkirin.

Hat rafihandin ku wek beramberî seferên di nabeyna Balafirgeha Navneteweyî ya Sabîha Gokçen, Balafirgeha Ataturk û Balafirgeha Esenbogaya Enqerê û ya Agiriyê de hatine betalkirin.

Her wiha hat ragihandin ku ji ber heman sedemê li Qersê seferên balafirê hatine betalkirin. Seferên di nabeyna Balafirgeha Navneteweyî ya Sabîha Gokçen ya di saet 08.10an de, Balafirgeha Esenboga ya di saet 08.45an de yên ku dê li Balafirgeha Harakanî ya Qersê pêk bihatiba betal bûne. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.