​​Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 19 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

​​Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 19 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

​Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 19 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 5 hezar û 186kesî.

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de 1082 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 203 hezar û 456 kesî.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Di 24ê Hezîranê de hejmara pêketîya ji hezar û 492yan daket hezar û 172 kesî."

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.