Di 32 bajaran de ji bo seatên dengdayînê veguhertin hatin kirin

Di 32 bajaran de ji bo seatên dengdayînê veguhertin hatin kirin

Li gorî biryara ku ji teref Sazîya Hilbijartin yê Bilind (YSK) ve di Rojnameya Fermî de hat belavkirin, di hilbijartinên mehellî de ew ê di 32 bajaran de dengdan di navbera seat 07.00-16.00an de bê lidarxisitn.

Di hilbijartina ku wê di 31ê Adarê de bê lidarxistin de di çend bajaran de di warê seatan de veguhertin hat kirin.

Li gorî biryara ku bi cudahîya seatên derketin û avabûna tavê hatîye dayîn wê di bajarên; Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlig, Bêdlîs, Dîyarbekir, Xarpêt, Erzîncan, Erzirom, Entab, Gîresûn, Gûmûşxane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn Mûş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dêrsim, Riha, Wan, Baybûrt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kîlîsê de seatên destpêk û dawîbûna dengdayînê wek 07.00-16.00an hatîye diyarkirin.

Di qerarê de, hat daxuyandin ku xeyn ji van bajaran ew ê dengdayîn di seatên 08.00an-17.00an de bê tertîpkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.