Di 373 Hepsan De 136 Hezar û 20 Mehkûm Û Girtî Hene
Wezareta edaleta bi xebata dawîn rastiyên hepsên Tirkiyê pêşçav kir. Li gor raporê di 373 hepsan de bi temamî 136 hezar û 20 mehkûm û girtî hene. Ji wan ji sedî 23 girtî ne.
Wezareta edaleta bi xebata dawîn rastiyên hepsên Tirkiyê pêşçav kir. Li gor raporê di 373 hepsan de bi temamî 136 hezar û 20 mehkûm û girtî hene. Ji wan ji sedî 23 girtî ne. 104 hezar û 313 kes mehkûm in. 31 hezar û 707 heb jî girtî ne. Ji hemî mehkûm û girtiyan 129 hezar û 181 kes mêr, 4 hezar û 838 heb jin, û 2 hezar û yek heb jî zarok in.
Hat zanîn ku ji 2001ê vir ve asta hejmara girtiyan dadikeve. Di 2001ê de ev ast ji sedî 50 noqte 4 bû, di 2006an de ji sedî 48 noqte 9 bû, niha jî ji sedî 23 noqte 3 ye.
Tirkiyê li gor asta hejmara girtiyan, di nav welatên Ewrûpa de di rêza 12an de ye. Di rêzên ewilî de, Malta, Qibrisa başûr û Hollande hene. Tirkiye di nav welatên G-20 de jî di rêza 14an de ye.
Di xebatê de tê gotin ku mehkema Ewrûpa ya heqên însana, ji ber girtîbûnên zêdedirêj gelek cara Tirkiye mehkûmî tezmînatê kiriye.
Li gor hejmara jinên girtî Tirkiye bi asta ji sedî 3 û nîv, di nav welatên Ewrûpa de ji paşîn ve di rêza çaran de ye. Li gor hejmara zarokên girtî jî, di rêza 10an de ye.
Li aliyê din wezîrê edaletê Sadûllah Ergîn wiha xeber da “Berî niha ji ber ku ne li gor şertan bûn, me 211 hepsan girtibûn. Qirara me heye ku di 4 salên pêş de, 195 hepsên din jî bên girtin.”
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.