Di 5 rojên dawî de 3 hezar û 71 qezayên trafîkê pêk hatin

Di 5 rojên dawî de 3 hezar û 71 qezayên trafîkê pêk hatin

Di 5 rojên ewil ên cejna Remezanê de 3 hezar û 71 qezayên trafîkê rû dane. Di qezayan de 38 kes mirin û 5 hezar û 26 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihand ku di 5 rojên cejnê de di 3 hezar û 71 qezayên trafîkê de 38 kes mirin û 5 hezar û 26 kes jî birîndar bûn.

Yerlikaya diyar kir ku bi tevahî 618 qezayên trafîkê qewimîn, 339 hezar û 285 wesayît hatin kontrolkirin, li 21 hezar û 807 wesayîtan xebatên lez û radarê, li 16 hezar û 650 wesayîtan jî tedbîrên din hatin kirin.

Yerlîkaya îfade kir, “Ji kerema xwe em zêde lez nekin. Em ji bîr nekin ku kemberên ewlehiyê hem di wesayît û hem jî di otobusên xwe de girêbidin. Werin em goh bidin rêgezên trafîkê. Rêwî ji bo ku we bi hezkiriyên xwe re bigihînin hev, ne ji bo ku we ji hev cuda bikin hene. Ji kerema xwe em vê ji bîr nekin." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.