Di bazara herî mezin a Mehabadê de şewat derket

Di bazara herî mezin a Mehabadê de şewat derket

Doh êvarî di bazara herî mezin a Mehabadê ya bi navê Esxerî de şewat derket.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewat doh êvarî derdora seat 00.30î de  derket. Tê diyarkirin ji ber şewat û dûmana wê gelek kes birîndar bûn.

Hat ragihandin şewat heta ber destê şeveqê jî nehat kontrolkirin.

Bazara Esxerî ya Mehabadê yek ji giringtirîn bazarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye û nêzikê 500 dikan tê de hene. Dahatina hejmareke mezin ya xelkê Mehabadê li ser wê bazarê ye.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler