Di Behra Sipî De Facîa

Di Behra Sipî De Facîa

Ji 55 Multeciyan 54 Kes Ji Tîbûnê Can Dan

Xeberan dan zanîn ku li Behra Sipî, di boteke ku multecî dibirin Îtalyayê de, ji 55 multeciyan 54 kes ji tîbûnê û hîpodermiyê can dane.

Hat gotin ku bot ji Lîbyayê gelekê wan Erîtreyî û Somaliyî 55 multecî  dibirin Îtalyayê. Yek kesê tenê xelas dibe, ji teref ekîbên ewlehiya perê behrê yên Tûnûsê tê rizgar kirin. Ew jî xeberê dide Komîsertiya multeciyan ya bilind ya Dewletên Yekbuyî.

Hadîse di dawiya meha Hezîranê de qewimiye. Multeciyan bi xwe re ava vexwarinê nebirine. Ji lew, ava behrê ya şor vexwarine. Ji ber vê yekê jî, ji germahî û tîbûnê, multecî yek bi yek bi ser hev de can dane.

Li ser hadîseyê komîserê multeciyan Aleksandir Alenîkof diyar ku hadîse trajedî ye û gazî gemiyên ku di Behra Sipî de digerin kir ku alîkariya multeciyên di bin zehmetiyan de bikin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.