Di bin 45 pile germehiyê de firingiyan berhev dikin

Di bin 45 pile germehiyê de firingiyan berhev dikin

Cotkarên li Êlihê di bin 45 pile germahiyê de ji bo karibin debara xwe bikin hewil didin firingiyan berhev bikin.

Li Sêgirkaya girêdayê navenda Êlihê  berhevkirina firingiyan di bin 45 pile germahiyê de dest pê kir. Cotkarên ku îsal di zeviyên xwe de firingî danîbûn diyar kirim îsal mehsûl baş e  û bihaya wan jî li gor dilê wan e. Cotkar ji bo ji germahiyê zirarê nebînin serê şeveqê zû şiyar dibin  heta danê nîvro dema ku germahiyên zêde dest pê bikin berhevkirina firingiyan didomînin. Cotkar piştî ku germahî zêde kirin re bîskek navbirê didinê xebata xwe û bêhna xwe berdidin. Piştî bêhnvedanê cotkar  cardin  dest bi xebatê dikin û tesîra gemê hewil didin  bi ava ku li rû û serê xwe dikin kêm bikin.

“Ev 35 sal e ku ez bi vî karî mijûl dibim”

Şemseddîn Balînê ji cotkarên gund di derheqê mijarê de diyar kir ew ji sedî 60ê pmdiviya haal Êlihê tedarek dikin û ew kîloya firingiyan di navbera lîreyek û 200 quriş û 50 qurişî de difiroşin. Balîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew karê bav û kalên xwe dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev 35 sal e ku ez bi vî karî mijûl dibim. Em debara xwe bi sebzeyan dikin. Em vî karî wek karê bav û kalên xwe dikin.  Hemd ji Xweda re em dikarin debara xwe bikin. Me di meha nîsanê de dest bi çandina firingiyan kir. Piştî çandinê me karê xepar û avdanê kir û em niha jî bi berhevkirina wan mijûl dibin. Him bi bereket e û him jî bihaya wê jî baş e. Em hêvî dikin wisa baş bin. Firingiyên ku tên berhevkirin li halê ji teref komîsyonvanan ve ji me re tên firotin. Ev şikl ji bo me rihet û baş e.”

 “Em ji german diperitin”

Balîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir germên îsal ji yên salên borî zêdetir e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber german em dikin biperitin.  Em serê şeveqê şiyar dibin û tên serê karê xwe  da ku em bi hênikayî karên xwe biqedinîn. Elbet ji bo xebatê wextên hênik têra me nakin û em ji naçarî di germê de jî dixebitin. Ji ber vê yekê em avê li xwe didakin da ku em hênik bibin."

ÎLKHA



































HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.