Di Çemê Dîclê de tiştên sêrê tîne bîra mirov hatin dîtin

Di Çemê Dîclê de tiştên sêrê tîne bîra mirov hatin dîtin

Li Diyarbekirê amûrên wekê nalê hespan, lewheyên nivîsên Erebî, nivişt, qufil û kêr piştî ku Çemê Dîclê hat birîn derketin holê. Ev amûr jî karê sêrê anî hişê mirov.

Nişteciyên ku li hawîrdora Çemê Dîclê dijîn destnîşan kirin ku ew ji ber vê yekê pir nerehet in. Nişteciyan diyar kirin divê beriya vê sêrê were girtin.

Mehmet Akgozê ku li ber Çemê Dîcleyê şivantî dike ragihand ku ew çend car bûye şahidê hinek kesên ku li ser rêya Zanîngeha Dîclê tişt avêtine çem.

Akgoz diyar kir dema ku wî wan kesên tişt avêtine çem dîtiye hişdarî daye wan lê wan kesan ji xwe gotinên wî daneynîne ser bandê.

Ji nişteciyên hawîrdor Musa Bayram jî di derbarê mijarê de wiha destnîşan kir: “Hihek li ser bûka xwe, hinek li ser zavayê xwe û hinek jî li ser xesûya xwe sêr çêdike. Ew van melzemeyên sêrê davêjin Çemê Dîcleyê. Dema ku çem zuha dibe karên van ên pîs derdikevin holê. Ev helwesteke pir çewt û guneh e. Însanên ku niyetên wan xerab in hewl didin ku bi tiştên wiha zirarê bidin mirov. Sêrkirin îşê Mislimanan nîne. Ji xwe sêrkirin di Îslamê de caîz nîne.” (ÎLKHA)
























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.