Di Civînê De Qrîza Ekonomîk Yên Fîlîstîn û Sûriye Hat Nîqaş Kirin
Teşkîlata Yekîtiya Ereban li Qahîrê civîna derasayî li dar xist
Teşkîlata Yekîtiya Ereban li Qahîrê civîna derasayî li dar xist. Di civînê de qrîzên ekonomîk yên li Fîlîstîn û Sûriye û nexasim rewşa temsîlkarê Sûriye Ehder Îbrahîmî hat niqaş kirin. Sekreterê Yekîtiyê Nebîl Erabî da zanîn ku, Îbrahîmî di wezîfa xwe de jêhatiye û ji bo çareseriyeke siyasî, gelek planên musbet danîne holê.
Di teblîxnama encamê de hat îfade kirin ku, wê yekîtiya Ereban heyetan bişîne wan welatên ku multeciyên Sûriye lê ne, da ku hewce û kêmasiyên wan tesbît bikin. Hemî wezîrên karên derve yên tevlî civînê bûbûn, xwestin ku qempên multeciyên Fîlîstînê yên li Sûriye yên ku bêterefiya xwe beyan kirine, dervî pevçûnan bên qebûlkirin, ji ber vê yekê jî, divê teşkîlata dewletên yekbûyî, desteka hewce nîşan bide.
Her wiha wezîrên karê derve îfade kirin ku, ji bo çareseriya qirîza Fîlîstînê, divê heyeteke yekîtiyê li paytextên welatên Ereban bigerin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.