Di dema derbasbûna serwîsa girtîgehê de teqîn çêbû: 8 birîndar
Li Bucaya navçeya Îzmîrê di dema derbasbûna serwîsagirtîgehê de teqîn çêbû. Di teqînê de 8 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li Bucaya navçeya Îzmîrê derdora seat 07.40an de di dema derbasbûna serwîsa girtîgehê de teqîn çêbû.Di teqînê de 8 kes birîndar bûn.
Hat diyarkirin teqemeniya ku di konteyra çopê de hatibû bicîkirin di dema derbasbûna serwîsê de hatiye înfîlakkirin.
Li gor agahiyan ji ber teqînê gelek kes birîndar bûne. Gelek ambûlans, îtfaye, yekîneyên tenduristiyê û polês sewqî cihê teqînê hatin kirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.