Di derbarê êrîşa Safîturk de 71 kes hatin binçavkirin

Di derbarê êrîşa Safîturk de 71 kes hatin binçavkirin

Waliyê Mêrdînê Mustafa yaman destnîşan kir ku di derbarê êrîşa li Qeymeqama Dêrikê Fatîh Safîturk hatibû kirin de 71 kes hatine binçavkirin.

Waliyê Mêrdînê Mustafa yaman destnîşan kir ku di derbarê êrîşa li Qeymeqama Dêrikê Fatîh Safîturk hatibû kirin de 71 kes hatine binçavkirin.

Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman di derbarê êrîşa ku li Qeymeqama Dêrikê Fatîh Safîturk hatibû kirin de civîna çapemeniyê da. Yaman diyar kir ku di derbarê êrîşê de 71 kes hatine binçavkirin.

Wezîfedarên qamuyê yên ku nezî mesayiya qeymeqam bûb jî hatine binçavkirin

Walî Yaman wiha axivî: “Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê me Bînalî Yildirim, Wezîrê me yê Karûbarên Hindir Suleyman Soylu yên ku rasterast di derbarê vê yekê ya ku wan  piştgirî didan me de ji teref Midûrtiya Ewlehiya Mêrdînê ve xebat hat destpêkirin. Bi telîmata Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê 28 kesên ku di mesayiya nêzîk ê şehîdê me yê qeymeqam bûn û ji teref Serfermandariya Cendirmeyên Bajêr ve 43 kesên din hatine binçavkirin. Di bergeha mijarê de kesên ku ji teref Midûrtiya Ewlehiya Mêrdînê û Serfermandariya Cendirmeyên Bajêr ve bi tevahî 71 kes hatine binçavkirin.”

“Xebatkarên qeymeqamtiyê beriya êrîşê civîn lidar xistine”

Yaman destnîşan kir ku xebatkarên qeymeqamtiyê 3-4 roj beriya êrîşê civîn lidar xistine. Dûvre Yaman wiha pê de çû: “Di xebatên ku ji teref yekîneyan ve hatine lidarxistin de xebatkarên qeymeqamtiyê yên bi navê Ş.M, F.B, N.E, Z.D û Z.E 3-4 roj beriya êrîşê civîn lidar xistine. Di vî civînê de ev êrîş hatiye plankirin û bombeya ku dê bi qargoyê were dê di meqamê qeymeqamtiyê de were teqandin. 8ê Mijdara 2016an roja sêşemê Ş.M. bi alîkariya personelekî ya ku di nav de bombe heye aniye qeymeqamtiyê û dûvre bombê di meqama qeymeqam de bicî kiriye. Her wiha di 10ê Mijdara 2016an de roja pêncşemê di saet 12.00an de personelê qeymeqamtiyê T.E. û personelê şaredariyê V.E. teqemeniyê ji dûr ve teqandine.”

ÎLKHA









HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.