Di derheqê karkerên demsalî de giştîname hat weşandin

Di derheqê karkerên demsalî de giştîname hat weşandin

Ji bo çareserkirina mişkîleyên karkerên demsalî yên ku ji bo bixebitin ji bajarekî diçin bajarekî din giştîname hat weşandin.

Îro di Rojnameya Fermî de bi îmzeya Serokwezîr Bînalî Yildirim di derheqê ‘Karkerên Demsalî’ de giştîname hat weşandin.

Di giştînameya ku hat weşandin de hat diyarkirin ji bo çareserkirina mişkîleyên karkerên demsalî yên ku ji bo bixebitin ji bajarekî diçin bajarekî din xebat bên kirin.

Li gor giştînameyê ji teref walîtiyên bajêran ve ji bo karkerên demsalî  fealiyetên civakî û perwerdehî, ji bo tedarikkirina pêdiviyan damzirandina qadên hevpar, sazkirina avahiyên  ku dê karker jê îstîfade bikin û temînkrina ceyran, av û sazkirina  kanalîzayonê dê bên kirin.

Her wiha hat diyarkirin ji bo zêc û zarokên karkeran xizmetên tenduristiyê û civakî û ji bo îxtîyacên bawerî û îbadetê tedbîrên pêwîst dê bên standin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.