Di Doza 28ê Sibatê De Tehliye

Di Doza 28ê Sibatê De Tehliye

Di doza 28ê Sibatê de qirara ewil hat dayîn. Mehkema cezaya giran ya 13an ya Enqerê, di doza 28ê Sibatê de ji 75 bersûcên girtî, 37 heb tehliye kirin.

Di doza 28ê Sibatê de qirara ewil hat dayîn. Mehkema cezaya giran ya 13an ya Enqerê, di doza 28ê Sibatê de ji 75 bersûcên girtî, 37 heb tehliye kirin. Di nav kesên tehliyekirî de, parlementerê MHPê Engîn Alan û qomandarê hêzên bejayî Erdal Ceylanoğlu jî hene.

Di doza han de 103 bersûc tên mehkemekirin. Celseya ewil di 2ê Îlonê de tê lidarxistin. Mehkeme heta 6ê Îlonê rûniştinên celseyê didomîne. Ji bo bersûcan cezaya miebeta girankirî tê xwestin.

Li aliyê din hat îfadekirin ku, tekane bersûcê sivîl yê doza 28ê Sibatê Kemal Guruz, di hepsa Sîncanê de teşebusî întîharê kiriye.

Hat gotin ku serekê YOKê yê kevn Kemal Guruz,  saloxa tehliyebûna 37 bersûcên doza 28ê Sibatê digre, dikeve qirîzê û bi birîna zendê teşebusî kuştina xwe dike. Li ser xebera mehkûmên din, ğardiyan tên midaxele dikin. Niha tu talûka heyatî ya wî tune ye. Wekî tê zanîn ji bo wî ceza miebeta girankirî tê xwestin. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.