Di Doza 28ê Sibatê De Xwestina Muebbetê

Di Doza 28ê Sibatê De Xwestina Muebbetê

Îddîanama derbeya postmoderna 28ê Sibatê, hate hazirkirin. Sewcî Mûstafa Bîlgîlî, lêpirsînê qedand û îddîanamê nivîsand.

Îddîanama derbeya postmoderna 28ê Sibatê, hate hazirkirin. Sewcî Mûstafa Bîlgîlî, lêpirsînê qedand û îddîanamê nivîsand.

Di pey 11 operasyonan de, gelek kes hatin girtin û îddîaname hate amadekirin. Îddîaname digel pêvekên xwe ji 1100 rûpelî pêk tê. Heger îddîaname bê qebûlkirin, wê ji mehkema ceza giran ya 13an re bê şandin. Ger di îddîanamê de tu guhertin neyê kirin, wê orgeneralê teqawîd Îsmaîl Hakki Karadayiyê sererkanê kevn, bi sîfetê bersûcê serek derkevê pêş hakim.

Di îddîanamê de bersûcê sivîl yê tekane, serekê kevn yê YOKê Kemal Guruz e. Tê texmînkirin ku, sererkanê kevn Çevîk Bîr jî, bi sûcê avakirina Bati Çalişma Grûbê bi sîfetê bersûcê didûyan derkeve pêş hakim. Di doza 28ê Sibatê de, 76ê wan girtî bi temamî 100 bersûc hene. Lêpirsîna wan di Nîsana 2011an de dest pê kiribû.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.