Di doza Qeymeqam Safîturk de 7 kes hatin girtin

Di doza Qeymeqam Safîturk de 7 kes hatin girtin

MÊRDÎN - Ji 29 kesên ku di derbarê êrîşa ku li Qeymeqamê Dêrika Mêrdînê Muhammet Fatîh Safîturk de sewqê adliyê hatibûn kirin 7ê wê hatin girtin.

Piştî ku Qeymeqamê Dêrika Mêrdînê Muhammet Fatîh Safîturk wek qeyûm ji bo wekîlê Serokê Şaredariya Dêrikê hatibû tayînkirin û dûvre di encama înfilaqkirina teqemeniyê de hat kuştin ji teref Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve tehqîqat hat destpêkirin.

Di derbarê vê lêpirsînê de ji 71 kesên ku hatibûn binçavkirin 29ê wê lêpirsîna wan qediya. Ji van 29 kesan 17ê wê hatin serbestberdan.

Ji 12 kesên ku derketin mehkemê 7ê wê hatin girtin. Muemeleyên 42 kesên ku binçav in hêj didome. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.