Di duaya xwarinê ya di leşkeriyê de guhartin

Di duaya xwarinê ya di leşkeriyê de guhartin

Hat ragihandin duaya xwarinê “Tanrımıza hamdolsun” ya li leşkergehan wek “Allah'ımıza hamdolsun(Hamd ji Allahê me re)” hat guhartin.

Wezareta Karên Hundir derbarê duaya xwarinê de  pêşnûmayek şand leşkergehan,li gor pêşnûmaya ku hat şandin duaya xwarinê ya ku wek “Tanrımıza hamdolsun" dihat kirin ew ê wek “Allah'ımıza hamdolsun (Hamd ji Allahê me re)” bê kirin.

Derbarê mijarê de di sala 2016an de  kesekî li Mêrsînê serî li Komisyona Daxwazê ya TBMMê dabû û xwestibû ku peyva “Tanri” wek “Allah” bê guhartin. Piştî ku ev daxwaz hat kirin nirxandin re Wezareta Karên Hundir derbarê duaya xwarinê de  pêşnûmayek şand leşkergehan, li gor pêşnûmaya ku hat şandin duaya xwarinê ya ku wek “Tanrımıza hamdolsun" dihat kirin ew ê wek “Allah'ımıza hamdolsun (Hamd ji Allahê me re)” bê kirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.