Di erdheja ku li Çînê pêk hat de 111 kes mirin

Di erdheja ku li Çînê pêk hat de 111 kes mirin

Li Çînê di mezinahîya 6,2yan der erdhejek pêk hat, li gorî diyarîyên ewil 111 kesan canê xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku navenda erdhejê navçeya Salar Ozerk û Cişişan Baoan Donşiang bûye.

Li gorî diyarîyên ewil li wîlayeta Gansuyê 100, li wîlayeta Çînghayê ku cîranê wîlayeta Gansuyê ye 11 kesan canê xwe ji dest dan. Li Gansuyê 96 û li Çînhayê jî 124 kes birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê hêj didome û ji ber erdhejê şebekeya av, ceryan û binesazîya wîlayetan zerarê dîtine.

Ji ber ku Çîyayên Hîmalayayê li ser xeta erdhejê ye tim û tim li wê derê erdhej çêdibin.

Li wîlayeta Sîçuanê di sala 2008an de di mezinahîya 7,9an de erdhejek pêk hatibû û di encama wê erdhejê de nêzê 90 hezar însan canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.