Di êrîşa Girgamêşê de 2 kes hatin kuştin

Di êrîşa Girgamêşê de 2 kes hatin kuştin

Li bajarê Girgameş ê girêdayî parêzgeha Entabê di encama êrîşa ku hat kirin de 2 kes canê xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Îro li bajarokê Girgameş ê girêdayî bajara Entabê jî êrîşeke din hate kirin.

Hat diyarkirin ku êrîş bi 4 roketan hatiye kirin û roketan li lîse, 2 mal û tirek qelibî.

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu der barê êrîşê de daxuyanî da.

Soylu got ku di êrîşa ku hat kirin de 2 kes hatin kuştin, yek jê mamosteye û yê din xwendekarek in. 10 kes jî birîndar bûn.

Waliyê Entabê Davut Gul diyar kir ku li herêmê 5 hawan hatine avêtin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.