Di êrîşa li Qeyseriyê de 13 leşker jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşa li Qeyseriyê de 13 leşker jiyana xwe ji dest dan

QEYSERÎ - Serfermandarî ragihand ku di êrîşa li Qeyseriyê ya ku wek bombebarkirî hat lidarxistin de 13 leşker jiyana xwe ji dest dane û 48 leşker jî birîndar bûne.

Serfermandarî di derbarê êrîşa ku wek bombebarkirî li ber Zanîngeha Qeyseriyê hat lidarxistin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 13 leşker jiyana xwe ji dest dane û 48 leşker jî birîndar bûne.

Her wiha di daxuyaniyê de serxweşî li malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane hat dayîn û ji birîndaran re jî daxwaziya şîfayê hat kirin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.