Di felaketa lehiyê ya li Sîerra Leoneyê de 312 kes jiyana xwe ji dest dan

Di felaketa lehiyê ya li Sîerra Leoneyê de 312 kes jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ji ber barana zêdeû lehiyê li Sîerra Leoneya welatê Afrîkayêherî kêm 312 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li Sîerra Leoneyê ji ber barana ku zêde bariye lehî rabû û ax hat xwarê. Ji ber bobelata ku qewimî li bajêra Freetownê gelek mal di bin heriyê de man. Ji ber bobelatê hêrî kêm 312 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li xerbê bajêra Freetowna paytexta Sîerra Leoneyê ji zêdetirî 100 malan xera bûn û bi sedan kes jî winda bûne.

Rayedaran derheqê mijarê de diyar kir ji ber ku mirin zêde ne di mirîxaneyan de cî nemaye. Muhammed Sînnehê ku di mirîxaneya Nexweşxaneya Connaughtê de dixebitî jî derheqê mijarê de diyar kir heta niha 180 cesed hatine anîn nexweşxanê. Sînneh di berdewama axavtina xwe de diyar kir exlebeyê kesên ku mirine zarok in.(ÎLKHA)










 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.