Di heftîyekê de 5 hezar kes hatin binçavkirin

Di heftîyekê de 5 hezar kes hatin binçavkirin

Di operasyonên ku di heftîyeke dawî li tevahîya Tirkîyê hatin lidarxistin de 5 hezar û 26 kes hatin binçavkirin.

Ji teref Wezareta Karên Hundir ve hat destnîşankirin di operasyonên ku di heftîyeke dawî li tevahîya Tirkîyê hatin lidarxistin de 5 hezar û 26 kes hatin binçavkirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezaretê ve hatiye belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşan kirin  li tevahîya Tirkîyê di navbera dîrokên 5-12ê Adarê de operasyon hatin lidarxistin. Di encama operasyonên ku hatin lidarxistin de 5 hezar û 26 kes hatin binçavkirin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin tevde 116 operasyon hatine kirin. Li gor daxuyanîyê  ji van 5 hezar û 26 kesên ku hatine binçavkirin 262 ji PKKê, 10 kes ji Çepgira Radîkal, 95 kes ji DAIŞê, 740 kes ji FETO, 3 hezar û 783 kes ji tiryakê û 136 kes jî di bergeha micadeleya koça bêbirêkûpêk de hatin binçavkirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.