DI HEQÊ SÛRIYE DE BEYANAT

DI HEQÊ SÛRIYE DE BEYANAT

Hereketa Mustezefan li Wanê civînek li darxist. Piştî civînê der heqê rewşa Sûriye de, beyanatek medyayî weşand

 Hereketa Mustezefan li Wanê civînek li darxist. Piştî civînê der heqê rewşa Sûriye de, beyanatek medyayî weşand. Beyanat li ser navê berdevkê hereketê parêzer M.Huseyîn Yilmaz hat weşandin. Di beyanatê de hat diyar kirin ku hereket destekê dide mucadela gelê Sûriye, polîtîka Sûriye ya hikûmeta Tirkiyeyê, ji heqqaniyetê dûr e.

Di beyanatê wiha hat gotin “Li ser Sûriye gelek hîle û dek tên rast kirin. Xeberên ku ji Sûriye tên ne objektîf in. Lê tiştê qet‘î ev e ku rejîma Esed zalîm û dîktator e. Ji lew divê bihelweşe. Berxwedana gelê Sûriye meşrû ye. Em piştgiriyê didin vê mucadela gelê Sûriye.”

Di beyanatê de ji bo Kurdên Sûriye jî wiha hat gotin “Kurdên Sûriye, ji neteweyên Sûriye û ji Kurdên li welatên din bêtir mehrûmiyet dîtine. Hêzên emperyalîst, li ser Kurdan hisabên xwe yên siyasî û ekonomîk dikin. Ji lew dixwazin Kurdan mîna qoz bidin serf kirin. Divê hemî musluman nexasim gelê Kurdê musluman li ser van hîle û plana şiyar bin. Ji bo Kurdên Sûriye riya herî posîtîf ya ku li Sûriye, di halê federatîf an jî xweser de bi xelkên Sûriye yên din re jiyana bi biratî ye. Şerên etnîkî ji hemiyan re zirar e. Li gor me ya rast ew e ku digel Kurd hemî neteweyên Sûriye di bin alaya Îslamê de li hev bikin. Eger hikûmet hadîseyên Kurdistana Sûriye bike hincet û têkeve Sûriye, wê li tu alî feyde neke. Heqên Kurdên Sûriye mîna heqên xelkê din hene. Heqê hikûmet û kesên din tune ku van heqê Kurdan înkar bike.”

Her wiha hat îfade kirin ku wê hereketa Mustezefan, di nava meha Îlonê de, bi nivîskar û akademîsyenan re civîna xwe ya şêwrê ya sisiyan li dar xe.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.