Di hinek gundên Lîce û Hênêyê de qedexeya derketina derve
Di 13 gundên ku girêdayê navçeyên Lîce û Hênêya Diyarbekirê de qedexeya derketina derve hat îlankirin. Her wiha qedexeya ku berê li gundên girêdayê navçeyên Lîce, Hênê û Kocakoyê hatibûn îlankirin hat rakirin.
Walîtiya Diyarbekirê ragihand ku di 13 gundên ku girêdayê navçeyên Lîce û Hênêya Diyarbekirê de qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. Her wiha di daxuyaniyê de Walîtî destnîşan kir qedexeya ku li gundên girêdayê navçeyên Lîce, Hênê û Kocakoyê hatibûn îlankirin hatiye rakirin.
Di daxuyaniyê de gundên ku qedexe hatine îlankirin wiha hat rêzkirin: “Gundên Bîrlîk, Şenlîk, Abali, Ergîn, Tuzlakoy, Çeper, Durukoy û Daralan yên girêdayê navçeya Lîceyê; gundên Topçular, Yukari Turali, Kalaba, Serenkoy û Uzunlarê yên girêdayê navçeya Hênê.”
Her wiha walîtî diyar kir qedexeya ku di 13ê Mijdarê ji saet 05.00an pê ve li gundên Guçlu, Gomeç yên girêdayê Lîcê û gundên Yazikoy û Şaklatê ya girêdayê navçeya Kocakoyê hatibû îlankirin ji saet 05.00an pê ve hatiye rakirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.