Di Îdê De Agirbestî
Esed û Muxalîf Dilxwaz In Ku Di Îdê De Sîlehan Ne Teqînin
Li ser gaziyên yekîtiya dewletan, yekîtiya Ereban û temsîlkarê Sûriye yê xisûsî Îbrahîmî, îdara Şam û muxalîf dilxwaz in ku, di îdê de agirbestî pêk bînin.
Berdevkê wezareta karên derve yê Sûriye Cîhad Maqdîsî îfade kir ku amadene ku li ser teklîfa agirbestiyê bifikirin. Ji hêla muxalîfan jî serekê konseya mîllî Ebdulbasît Seyda wiha got “Em li teklîfê xweş dinêrin. Lê esil divê îdara Şam ya ku operasyonên hewayî pêk tîne, gavên ewil bavêje.”
Temsîlkarê Sûriye yê xisûsî Îbrahîmî, di pey hevdîtinên xwe yên Tehranê de gaziya agirbestiyê kiribû.
www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.