Di KNNYyê de dengdayîna “Xezzeyê” cara duyem dîsa hat taloqkirin

Di KNNYyê de dengdayîna “Xezzeyê” cara duyem dîsa hat taloqkirin

Di Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî de Dengdayîna Xezzeyê ji ber Emrîqayê careka din hat taloq kirin. Ev bû cara duyemîne ku dengdayîna Xezzeyê tê taloq kirin.

Ji teref Emîrtîyên Erebên Yekbûyî ve ji bo Xezzeyê agirtbesta însanî bê îlan kirin pêşnûmeyek ji Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî re hat pêşkêşkirin lê ev bû cara duyemîne ku lihevkirin nehat kirin.

Emrîqayê berîya niha jî qerara pêşnûmeyê veto kiribû û di pêşnûmeya dawîn de xebatên qanî kirinê hat kirin û li ser dengdayînê hat kirin ji ber Emrîqayê wextekî din xwestiye dengdayin hatiye taloq kirin.

Ev bû cara duyemînê ku dengdayin tê taloqkirin lê tê plankirin ku îro dengdayîn ji nû ve bê kirin.

Di degndayîna 8 Kanûnê de piraniya endamên konseyê û welatên endamên Neteweyên Yekbûyî bi piranî agirbesta însaniya lezgîn ji bo Xezzeyê destek dikirin lê Emrîqayê qerara konseyê veto kiribû.

Ji teref Emîrtiyên Erebên Yekbûyî ve qerara pêşnûmeyê hatibû amadekirin û hatibû daxwazkirin ku li Xezzeyê alîkariyên însanî bênavber bên kirin û ji bona ku ewlehî pêk be hewceye wek acîl pevçûn bi dawî bibe.

Di qerara pêşnûmeyê de bang dihat kirin ku hewceye li gor hiqûqa navneteweyî ewlehiya parastina sivîlan pêk bînin û daxwazîya serbest berdana hemû êsîran dihat kirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.