Di Kû Derê Exlaqê Kurdan De Heye?

Di Kû Derê Exlaqê Kurdan De Heye?

Palên xerabiyê, tu exlaq û sînorê nasnakin

Palên xerabiyê, tu exlaq û sînorê nasnakin. Do li Wanê pey mîtînga Huda Parê, grûbeke çeteya Bdpê, êrîşî 5 jinên kurd yên ku ji mîtîngê dihatin kir.

  Hat gotin ku grûba 15-20 kesî ji buroya hilbijartinê ya Bdpê derdikevin û ewilî heqaretî jinên han dikin. Dilê wan rihet nabe, dûre dixwazin 5 jinên han lînç bikin. Li ser lêdana qirêj û bêbext, millet baz da hewarê jinên sernixumandî xelas kirin. Ji wan yekê rakirin nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku rewşa wê baş e.

  Li ser êrîşa qirêj kesên marûzî lêdan û heqaretê bûn û millet, tepkiyên xwe nîşan dan. Jinên han beyan kir ku kesên ji buroya Bdpê derketine, gotine şeytan û êrîşî wan kirine. Ji millet hinekan wiha şermezar kir: “Tu carî di urf û exlaqê kurdan de welew dijmin be jî, lêdana jinan tune ye. Ev çi zihniyet e ku vî heqaret û êrîşê li jinan dikin?”

  Hinekan jî weha got: “Bdp û Hdp heqê jinên zînakar, xerabkirî û kesên nêremo diparêzin. Lê tu carî namûsa jinên kurd û heysîyeta jinên misluman naparêzin. Ev zihniyet di tarîx û exlaq û ferhenga kurdan de tune ye.”

                                BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.