Di lîsteya kesên ku ji terorê tên lêgerîn de 37 kesên FETOyîst jî hene

Di lîsteya kesên ku ji terorê tên lêgerîn de 37 kesên FETOyîst jî hene

Ji teref Wezareta Karên Hundir ve hat ragihandin di nava lîsteya kesên ku ji terorê tên lêgerîn de 37 FETOyîst jî hene.

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên  Hundir ve hatiye dayîn de hat ragihandin  di nava vê lîsteyê de 8 kes di kategoriya sor de ne û ji kesên ku van kesan bidin girtin re jî heta 4 mîlyon TL wek xelat bê dayîn.

Li gor daxuyaniyê di nava van 8 kesan de kesên bi navê ‘Abdullah Aymaz, Ahmet Kara, Îsmaîl Buyukçelebî, Mehmet Alî Şengul, Mehmet Erdoğan Tuzun, Mustafa Ozcan, Nacî Tosun û Adîl Oksuz’ hene.

Hat hînbûn Zekeriya Oz û Akin Îpek jî di kategoriya gewr de ne û dê ji kesên ku wan bidin girtin re jî 300 hezar TL wek xelat bê dayîn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.