Di mala malbata Sûriyeyî de şewat: 4 birîndar

Di mala malbata Sûriyeyî de şewat: 4 birîndar

Li Entabê di mala malbateke Sûriyeyî de şewat derket, di encama şewata ku derket de 4 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li Entabê di mala malbateke Sûriyeyî de şewat derket, di encama şewata ku derket de 4 kes ji ber dûyê şewatê birîndar bûn.

Bûyer li Taxa Ogretmenevleriya  navçeya Şahînbeya Entabê di qeta 4emîn a  apartmanekê de pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin  di mala malbateke Sûriyê de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn teqînek pêk hat û dû re agir pêket.

Şêniyên apartmanê yên ku bi xebera agirê hesiyan xeber dan îtfaiyê. Ji ber xebera ku hat dayîn ekîbên îtfaiyê hatin cihê bûyerê û mudaxeleyî agir kirin û malbata ku di hindir de bû derxistin derve.

4 kesên ku ji dûwê agir tesîrdar bûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê. Hat hînbûn rewşa kesên Sûriyeyî baş e.(ÎLKHA)
















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.