Di Mektebên Tirkîyê De Skandala Zeûsê
Li Mekteban Felsefa Yewnanê Hînî Zarokan Dikin
Li gor xebera qezeta Mîlliyê, hat îfade kirin ku di mekteban de di kitêbên sinifa 8an de, felsefa Yewnanê mîna hîkaya hînî zarokan dikin. Xwedê û sanemên mîtolojiya Yewnanê, di serî de Zeûs yek bi yek tên danasîn.
Qezeta Mîllî îfade kir ku di kitêba Tirkî ya sinifa 8an de, gotin û hîkayetên van xwedê û sanemên mîtolojiya Yewnanê tên beyan kirin. Ekzersizên kitêbê ji xwendekaran re dipirsîn ku heger ew di şûna xwedê Zeûsê de bana, wanê çê bikira.
Di kitêb de di mijara ewil de bi navê “Pandora bimeraq û qutiya dipeyve” hîkayeta Epîtemûs û jina wî Pandora tên qalkirin. Di kitêb de behsa xwedayê xeberê Hermes û gotinên xwedayê xwedê Zeûs tên kirin. Li ser van tiştan qezetê wiha îfade kir “hêjî hakimtiya rojawatî tê reklam kirin. Li gor qistasên yekîtiya Ewrûpayê nesl tên gihandin ne li gor dîndariya me.” www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.