Di Mîtînga Rêzgirtina Qur'anê ya li Diyarbekirê de ji alema Îslamê û Rojava re peyamên girîng hatin dayîn

Di Mîtînga Rêzgirtina Qur'anê ya li Diyarbekirê de ji alema Îslamê û Rojava re peyamên girîng hatin dayîn

Di axaftinên ku li Diyarbekirê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Mitînga Rêzgirtina Qur'anê hat kirin de peyamên girîng hatin dayîn.

Weqfa Evîndarên Pêxember ji bo êrîşên li dijî Qur'anê bên astengkirin li Qada Îstasyonê Mitînga Qur'anê ya Rêzgirtinê li dar xist.

Zekeriya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê jî beşdarî mitînga ku ji bajar û navçeyên derdorê gel beşdar bû bû.

Hat dîtin ku piraniya beşdarên ku hatin qada mîtîngê di destê wan de Quran heye. Di mîtînga ku gelek caran tekbîr hatin birin de pankartên li dijî dijminên Îslamê hatin vekirin. Li qada mitîngê posterê Serokê Parêzgeha Edeneyê ya HUDA PARê Sacît Pişgînê ku li Edeneyê dema nimêj dikir hat daliqandin.

Mîtînga ku ji aliyê Televîzyona Rêber TV û radyoyên Îslamê yên herêmê ve zindî hat weşandin, saet di 17.00 de ji aliyê endamê ÎTTÎHADÛL ULEMA Hafiz Omer Akgul ve bi tîlaweta Qur'anê dest pê kir.

Wekîlê Mêrsînê yê HUDA PARê Dînç: Ger ku ev pirtûk ji destê me derkeve em ê bibin koleyên rojava.

Wekîlê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç axavtina silavkirina mitîngê kir.

Dînç di axaftina xwe de ev bang kir:

"Ey Tirk, Kurd, Ereb, ummeta îslamê! Rabe ser xwe, xwe bihejîne! Pirtûka jiyanê biparêze. Ger ev pirtûk ji destên me derkeve, emê bibin koleyên rojava. Xwedî derkeve li kitêbê, Bêje Allahuekber.

Ey umeta Îslamê tu xwe li benê Xweda bigre, roj roja xwedîderketina li Qur’anê ye.

Ey rêvebirên welatên Îslamê, qasidên xwe ji welatên ku êrîşî Îslamê û tiştên pîroz dikin, vekişînin. Iraqê biryara dersînorkirina balyozê Swêdê da. Fasê jî balyozê xwe yê Swêdê ji bo demeke nediyar vekişand. Em wan Tebrîk dikin. Divê welatên din ên îslamî jî helwesteke bi vî rengî nîşan bidin. Divê Tirkiye endamtiya Swêdê ya NATOyê jî veto bike. Divê welatên din jî têkiliyên xwe yên leşkerî, aborî û siyasî binirxînin.

Ey mirovatiya ku wijdanê we di nav 8 milyar însanan de nemire, êrîşa li ser Quranê li hemû mirovahiyê hatiye kirin. Ji vê ya re azadiya ramanê nabe. Sûcê mirovahiyê ye. Divê YE, NY û hemû welatên ku wijdanê wan nemire bertek nîşan bidin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.