Di nav hefteyekî de 3 caran seatên avê hatin dizîn

Di nav hefteyekî de 3 caran seatên avê hatin dizîn

Li Êlihê dizekan di nav hefteyeke dawîn de di heman avahîyê de seatên avê yên 2 daîreyan dizîn. Şênîyên avahîyê ên ku ji bûyerên dizîyê re bertekan nîşan dan, xwestin ku bira pêşîya dizîyê bê girtin.

Dizên ku li Taxa Aydinlara Êlihê ketin nav bînayekî, di nav hefteyekî de 3 caran seatên avê dizîn. Şênîyên ku seatên wan ên avê hatine dizîn, gotin dizekan ji wan re mexdurîyetan çêdikin.

Welatîyên ku îfade kirin ew ji bûyerên dizîyê êdî aciz bûne, ji rayedaran re bang kirin ku bira bi lez û bez ji bûyerên dizîyê re çareserîyê bibînin.

Bedîa Yildirima welatîya ku ji dizîna seatên avê re bertekan nîşan da, got ku ew ji ber dizan di nav mala xwe de bi tirs rûdinên.

BEDÎA YILDIRIM

“Em nizanin çi bikin”

Yildirima ku diyar ku ew bi ciddî mexdur dibin weha got, “Di nav hefteyekî di 3 caran seatên me yên avê dizîn. Em ji ber bêavbûnê nizanin çi bikin. Sibê disbê ew ê derkevin jorê jî, em ditirsin. Hesina derî jî jê derxistin. Em mexdur in, em nizanin çi bikin. Em bang li reyedaran dikin; divê ji dizîyan re bê bisekinin. 24 seat derê min miftekirî di nav mala xwe de me, ez nikarim derê xwe vebikim.”

ARÎF ARMIŞ

“Êdî bes e”

Arîf Armişê welatîyekî dinê yê ku îfade kir diz ketina nav taxan weha got, “Di taxê de çi seatên avê çi qabloyekî tiştekî nehêştine. Wisa bûye ku em nikarin biçin camîyê nimêj jî bikin. Êdî tu kes nikare di nav mala xwe de rakeve jî. Hemû kes nobeta mala xwe digre. Hizûra me nemaye. Li her derî qemerayên mobeseyê heye, bira dewlet wan teqîp bike. Bira rayedaran dest bavêjin ji vê karê re. Bira dewlet xwedî ji vê milletê re derkeve, êdî bes e.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.