Di navbera cîranan de levdan derket: 6 birîndar

Di navbera cîranan de levdan derket: 6 birîndar

Li Êlihê di navbera du cîrnan de levdan derket, di encama levdana ku derket de 6 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li Êlihê xirecira ku di navbera du cîranan de derket piştî nîqaşê bû levdana bi dar û keviran. Di levdanê de 6 kes birîndar bûn.

Bûyer doh di derdora seat 22.00an de li Taxa Seyîtlera Êlihê pêk hat  û di levdanê de kesên bi navê R. S., S. S., T. S., F. E û 2 kesên ku navên wan hêj nehatiye hînbûn birîndar bûn.

Piştî ku bûyer hat bihîstin re polêsan mudaxeleyî bûyerê kir û kesên birîndar bi ambûlansê rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)




 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.