“Di navenda birêveberiya dewlet û siyasetê de dê millet hebe”

“Di navenda birêveberiya dewlet û siyasetê de dê millet hebe”

Wezîrê Pêşveçûnê Lutfî Elvan ji bo ziyaretinan çû Xarpetê.

Wezîrê Pêşveçûnê Lutfî Elvanê ku ji bo ziyaretinan hat Xarpêtê  pêşî Waliyê Xarpêtê Murat Zorluoglu ziyaret kir û li vê derê di derheqê referandûmê de daxuyanî da.

Wezîr Elvan di axavtina xwe de destnîşan kir bi makeqanûna nû dê gelek  asteng bên derbaskirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bi rastî jî em dibezin, lê beza me bezeke bi asteng e. Digel makeqanûna nû  em ê bi hev re bezdaneke bêasteng bikin û ji bo ev welat bi leztir pêşve biçe û mezin bibe em ê mucadele bikin. Em ê di pergela nû de milletê bixin navendê. Ew ê di navenda birêveberiya dewlet û siyasetê de millet hebe. Em ji kîjan hêlê lê binêrin ferq nake di netîcê de dê millet di navendê de be. Ji ber vê yekê em ji bilî wesayeta millet tu wesayetên din qebûl nakin. Em di vê mijarê de pir hesas in.”(ÎLKHA)














 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.