Di Nexweşxaneya Zanîngeha Dîclê de şewat
Hat ragihandin ji ber ku di Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê de şewat derketiye nexweş û kesên ku ji wan re refaqetî dikirin hatine tahliyekirin.
Hat ragihandin di Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê de di beşa radyolojiye de ji ber sedemên ku nayên zanîn şewat derketiye. Ji ber vê yekê nexweş û kesên ku ji wan re refaqetî dikirin hatine tahliyekirin.
Hat ragihandin ku gelek ambulans, îtfaiye û tîmên AFADê ji ciyê bûyerê re hatine sewqkirin.
Hat destnîşankirin ku tîmên îtfaiyê bi zehmet vê şewatê vedimirînin. Nexweşên ku hatine tahliyekirin sewqê nexweşxaneyên din tên kirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.