Di operasyona PKKê de 6 mamoste hatin girtin

Di operasyona PKKê de 6 mamoste hatin girtin

MÊRDÎN - Li navçeya Qosera Mêrdînê 6 mamosteyên ku di operasyona PKKê de hatibûn binçavkirin hatin girtin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin berî vê çendakî 15 mamoste di operasyonên PKKê de hatibûn binçavkirin. Ji van 15 mamosteyan 6 mamoste bi îddîaya ku li gor talîmata PKKê dev ji kar berdane û li ser medyaya civakî propagandaya PKKê kirine ji teref mehkemê ve hatin girtin û mamosteyên din jî bi şerta kontrola edlî hatin serbestberdan.

Navên mamosteyên ku hatin girtin; E.E, M.A, B.Î, M.S.U, Y.B.O û A.D. Navên yên ku hatine serbestberdan; M.B, F.O, A.C, M.D.A, B.Ç, O.T, B.B û E.U.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.