Di operasyona tiryakê de 12 kes hatin girtin
Di operasyonên ku li Ertemêtan û Westana navçeyên Wanê hatin kirin de 12 kes hatin girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji teref Midûrtiya Ewlehiyê ya Wanê ve hat dayîn de hat destnîşankirin di operasyonên ku li Ertemêtan û Westana navçeyên Wanê li dijî tacirên tiryakê hatin kirin de 12 kes hatin girtin. Her wiha hat ragihandin di encamên operasyonên ku hatin kirin de ji zêdetirî 100 kîlo esrar hat bidestxistin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.