Di operasyonên Mûsilê de siwîl nehatin parastin

Di operasyonên Mûsilê de siwîl nehatin parastin

Rêxistina Efûyê ya Navnetweyî destnîşan kir koalîsyona eskerî ya di pêşîvaniya DYAyê de di dema operasyonên Mûsilê de ji bo parastina siwîlan tedbîr nestandiye.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di daxuyaniya ku da de destnîşan kir him  koalîsyona eskerî ya di pêşîvaniya DYAyê de him jî rayedarên Iraqî di operasyonên Mûsilê de ji bo parastina siwîlan tedbîr nestandine.

Di berdewama daxuyaniya ku hat dayîn de wiha hat gotin: “Him di êrîşên hewayî yên koalîsyona ku Amrîka destekê dide wan de û him jî di pevçûnên ku di navbera Artêşa Iraq û DEAŞê derketin de hejmera kesên siwîl ên ku jiyana xwe ji dest dan di van mehên dawî de gelek zêde bûn.”

Rêxistina Efûyê di berdewama daxuyaniyê de diyar kir sedema zêdebûna mirinan tedbîrnestandina ji bo parastina siwîlan e û dû re wiha pê de hat çûyîn: “ Ev rewş bi şikleke eşkere binpêkirina heqên mirovan e. Di êrîşên hewayî yên ku ji bo bidestxistina Mûsilê hatin kirin de bi sedan kesên siwîl mirin.”

Di rapora ku hat weşandin de ji gotinên kesên şahid re jî cî hat dayîn. Kesên şahid diyar kirin mîlîtanên DEAŞê xwe di wan malên ku xera bûne de û carinan  jî di wan avahiyên ku nayên hedefstandin de xwe vedişerin.

 Donatîlla Roverayê ku rayedarê Rêxistina Efûyê ye  him rapora di derheqê Mûsilê de amade kiriye û him jî di raporê de cî daye  agahiyên kesên şahid. Rovera di derbarê mijarê de wiha ragihand: “ Rayedarên Iraqî ji siwîlan teleb kirine ji dêla ku heremê terk bikin di malên xwe de bimînin. Dema em vê teleba rayedarên Iraqî li ber çavan bigrin  em dikarin bibêjin ku dihat zanîn dê di êrîşên hewayî de gelek zêde kesên siwîl bimrin. Ew êrîşên bêrêje  li dijî mafên însanan a navneteweyî ye  û dibe ku ev yek wek sûcê şer bê hesibandin.”

Li gor agahiyên ku rayedarên Iraqî dane li xerba Mûsilê gelek siwîl jiyana xwe ji dest dan. Hinek rayedar û şahid destîşan kirin bi sedan kesên  siwîl jiyana xwe ji dest dane û her wiha Rêxistina Efûyê jî di raporta ku weşand de diyar kir di êrîşên ku di 17ê Adarê de li Semta Cedîdeyê hatin kirin de 150 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dane.

Tê diyarkirin kir di êrîşên hewayî yên ku ji teref hêzên koalîsyona ku pêşîvantiya wê Amrîka dike ve hatin kirin de gelek siwîl jiyana xwe ji dest dane û  heftiya borî jî  hêzên koalîsyonê jî vê êrîşa ku li xerba Mûsilê hatiye kirin piştrast kiribûn û ji êrîşa ku hatibû kirin re gotibûn ‘şaşîtî.’

Ji bo Mûsila ku duyemîn parêzgeha mezin a Iraqê ye ji DEAŞê bê standin di Cotmeha 2016an de bi desteka hêzên koalîsyona ku pêşîvantiya wê Amrîka dike de operasyon  hatibûn destpêkirin.

Di meha Çileyê de piştî ku rojhilata Mûsilê hat bidestxistin re êdî operasyon li xerba Mûsilê dest pê kiribûn û hêzên Iraqê ji bo bajara kevin bê bidestxistin dest bi hereketê kiribûn.

Li gor daneyên YAyê li bajarê kevin ji zêdetirî 400 hezar kesên siwîl dijîn û ji ber pevçûnan ev siwîl nikarin bajêr terk bikin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.