Di pergala wehşî de kî tê serî bila bê dê encam neguherî
HUDA PARê ku hilbijartinên serokatiyê ya li DYEyê nirxand destnîşan kirdi pergala wehşî de kî tê serî bila bê dê encam neguherî û pêwîst emanayên ji rastiyê dûr li encamên hilbijartinan neyê barkirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hatiye weşandin de di derheqê mijarên mîna guhartina makeqanûnê û pergela serokatiyê, mexdûriyetên ku li Şernex û Nisêbînê pêk tên, mehkûmên nexweş û di derheqê encamên hilbijartinên li Emrîkayê de nirxandinên balkêş hatin kirin.
Pergala serokatiyê û guhartina makeqanûnê
Di daxuyaniya ku hat weşandin de di derbarê pergala serokatiyê de û di derheqê guhartina mekaqanûnê de wiha hat destnîşankirin: “Welat li derve di bin dorpêçkirina hêzên emperyalîstan de ye û di hundir de jî di pêncika terorê de ye.Sedema van geşedanan pradîgmaya dewlet-netewe yatekparêztî û înkarkar a ku ev bû 90 sal di xeza Xerbê de ye.”
Di berdewama daxuyaniyê de di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “Rejîma wesayetê ya ku li ser dijmintiya Îslamê û li ser qewmîyetê hatiye damizrandin projeyeke ku di xeza Xerbê de li dijî nirxên me yên medeniyetê hatiye sazkirin e.Ev rejîma wesayetê di pêvajoya ku di bin eksana Xerbê ma de zextan li baweriyan kiriye, nasnameyên qewmî red û înkar kir û di vî warî de li dijî însanetîyê sûc kiriye.Digel ku ev wesayeta rejîmê nirxên Xerbê yên ku qaşo ew wan diparêze bin pê kiribe jî her tim ji teref Xerbê ve hat piştigirîkirin.”
Di berdewama daxuyaniyê de di derheqê hewildanên di warê guhartina makeqanûnê û di derbarê pergela serokatiyê de hat destnîşan kirin ev gava ku hatiye avêtin digel ku dereng ma be jî gaveke girîng e û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Digel vê yekê meseleyeke din a girîng heye ku ew jî guhartinên ku dê makeqanûna nû bîne ye.Berxwedana bi şeref a millet a ku teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya emperyalîst û hevkaran şikand ji bo siyaseta welêt îmkaneke dîrokî teqdîm kiriye. Divê neyê jibîrkirin ku rengê sereke ya nirxên berxwedanê parastina welêt û Îslama ezîz e.Divê di minvala van nirxan de li gor çand,dîrok û bawerîya millet makeqanûneke nû bê çêkirin Pêwsît e ku paradîgmaya ku hûsûsên mîna tekparêztî û înkarkirinê di nav de hene di makeqanûnê de cî negirin.Divê şîara siyasetê ya ku dê neyê guhartin ne tekparêztî be, divê ew şîar ‘Edalet’ be.
Mexdûriyetên ku li Şernex û Nisêbînê pêk hatine
Di daxuyaniya ku hat weşandin de xerakirinên ku li Nisêbînê berdewam dikin û qedexeya ku nêzî 9 mehan li Şernexê berdewam dike di bîran hat xistin û di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “Di pêvajoya çareseriyê de hêzên ewlehiyê haziriyên ku hatin kirin tenê temaşe kirin û ev terora barîkat û çalan gelek êş û eleman bi xelkê me da jiyandin.Di warê pêşiya girtina van bûyer û geşedanan de hikûmet wezîfeya xwe bi cî neanî û ev qedexeyên ku divûdirêj ên ku hatin îlankirin jî êş û eleman kûr û zêdetir kir.Di vê bargehê de ew qedexeya 9 mehane ya li Şernexê û di şûna avahiyên ku hatine xerakirin de di wextê wê de çênekirina avahiyên nû bûne sedem ku gelek mexdûriyetên ciddî bên jiyan.Li Nîsêbînê jî menzereyên mîna vê hene. Her wiha li dora taxan bi têlan hatin girtin û qedexeya derketina derve hêj berdewam dike, li van taxan xerakirina malan jî berdewam e.Digel ku hikûmet di warê alîkirina bi lez a ji bo mexdûran de soz dabe jî ji ber ku soz nehatine bicîanîn û ji ber hatine zivistanê xelkê heremê bifikar dike.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin di vê warê ku qala wê hat kirin pêwîst e bi bayê lezê gav bên avêtin û mexdûriyet ji rastê bên rakirin.
Mehkûmên nexweş
Her weke ku tê zanîn Huseyîn Akbalikê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî ev bû 22 sal hatiye girtin li girtîgehê bi nexweşiya tumora mêjî ketibû û jiyana xwe ji dest dabû.Digel wefata Akbalikî mijara ‘Mehkûmên Nexweş’ cardin hat rojevê.
Di daxuyaniya ku ji teref HUDA PARê ve hat weşandin de di derbarê mijarê de hat destnîşankirin zilma ku bi wasitaya darazê tê kirin berdewam dike û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Zilma îdeolojîk a darazê bû sedema canê Huseyîn Akbalik.Ev hadîseya bi elem bû wesîle ku cardin rewşa girtî û mehkûmên nexweş ên ku di ser halê xwe yê nexweş de di girtîgehan de tên girtin têkeve rojevê.Em bang dikin bila hikûmet vê meseleya ku dê bibe sedema webala uxrewî û dinyewî têxe rojeva xwe û gavên pêwîst bavêje.”
Hilbijartinên li Emrîkayê
Di daxuyaniyê de her wiha di derheqê encamên hilbijartinên li Emrîkayê de jî nirxandin hatin kirin.Di nirxandina ku di derbarê mijarê de hatiye kirin de hat destnîşankirin ji ber mantiqa mêtingerî û polîtîkayên kurewî yên Emrîka ev hilbijartina serokatiyê ya ku hatiye kirin bûye sedem ku temamê dinyayê pê eleqedar bibe, di pergala wehşî de kî tê serî bila bê dê encam neguherî û pêwîst e manayên ji rastiyê dûr li encamên hilbijartinan nayê barkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.