Di protestoyên Iraqê de 30 kes mirin

Di protestoyên Iraqê de 30 kes mirin

Di encama meseleyên ku ji ber protestoyên alîgirên Koma Sadrê pêk hatin de herî kêm 30 kes canê xwe ji dest dan, ji 350 zêdetir kes jî birîndar bûn.

Alîgirên Tevgera Sadrê piştî qerara desthelanîna ji sîyasetê yê Muqteda Sadrê serokê Koma Sadr yê Iraqê li Bexdayê protestoyan kirin.

Xwepêşandanan doh, ketin nav seraya serokkomarî û hikumetê yê ku li Herêma Keskê ye.

Li gorî xebera El Cezîreyê ya ku ew jî ji rayedarên tenduristîyê bidestxistine, ji doh heta niha di encama meseleyan de herî kêm 30 kes canê xwe ji dest dan û ji 350 zêdetir kes jî birîndar bûn.

Muqteda es-Sadr, daxuyandibû ku heta pevçûnên bi çek bên sekinandin dest bi grêva birçîbûnîyê kir.

Bangên aramîyê hat kirin

Hat diyarkirin ku Mustafa el-Kazimîyê Serokwezîrê Iraqê, ji hêzên ewlehîyê re ji bona ku êrîş li xwepêşandanên li Herêma Keskê ne neyê kirin rêwerz da.

Berhem Salîhê Serokkomarê Iraqê û Muhammed Halbûsîyê Serokê Meclîsa Iraqê jî banga aramîyê kirin.

UNAMIyê Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê, ji alîgirên Sadrê re ji bona ku avahîyên hikumetê û Herêma Kesk vala bikin bang kir û ji alîyên sîyasî re jî ji bona ku ev hêrsê kêm bikin û dest bi dîyalogê bikin bang kir. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler