Di qezaya li Agirîyê de 7 kes canê xwe ji dest dan, 11 kes jî birîndar bûn

Di qezaya li Agirîyê de 7 kes canê xwe ji dest dan, 11 kes jî birîndar bûn

Di şewata ku li navçeya Dutaxa Agirîyê ji ber lihev qelibîna otobûsa rêwîyan û tirê pêk hat de 7 kes canê xwe ji dest dan, 2 jê giran tev de 11 kes birîndar bûn.

Qeza, li navçeya Dutaxê di seat 14.00an de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, otobûsa rêwîyan û tir li hev qelibîn. Di encama qezayê de otobûsa rêwîyan qelibî û di herdu erebeyan de jî şewat derket.

Li ser xeberdayînê ji xihê qezayê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, daxuyand ku heta niha 7 kes canê xwe ji dest dan. Erdogan, ji bo kesên ku canê xwe ji dest dane ji Xwedê Teala daxwazîya rehmê kir.

Wezîrê Tenduristîyê Fexrettîn Koca jî diyar kir ku di encama qezayê de 2 jê giran tev de 11 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.