Di Remezanê De Komele
Komeleyên Îslamî Di Remezanê De Xizmetê Xwe Bi Pêş Ve Dibin
Remezan ji bo hemû kesa rehmet e. Ji ber ku Remezan meha xêra ne; Komeleyên Îslamî jî wezîfa xêrê ku li pişta wan hatiye kirin heya ji wan tê bê kêmasî pêktînin.
Komeleya Îkra a bajarê Sîwerekê di meha Remezanê de lez da alîkariyên xwe yê digel feqîra.
Serekê Komîsyona alîkariyê a Komeleya Îkra Hîkmet Temûr di derbarê alîkariyên xwe de xeber da û go: Bi alîkariyên welatiyên me ji îro ve me li 18 mehelleyî li 350 malbatên feqîr û perîşan alîkariyê kir. Hinek malbat me îhtiyaciyên wanê çar meha bi destê 35 dilxwazên komeleyê belav kir. Heya dawiya Remezanê înşaAllah ev jimar dê bighê 500 malbatî.”
Komeleya Bilge a Perwerdehiyê jî li mehelleya Çîlekê xwarina fitariyê da. Komele bi vê xwarinê bi gel re civiya. Xelqê gelek teweccuh nîşanê xwarina fitariyê kir.
Komeleya Şefqet a Çinarê jî do xwarina fitariyê da. Dora 300 kesî beşdarê xwarina fitariyê bûn. (Muhammed Sebatî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.