Di rojnameyan de nivîsên Seîdê Nûrsî
Ma hûn dizanin Seîdê Nûrsî di kîjan rojnameyan de nivîs weşandin. Va ye rojnameyên ku di Seîdê Nûrsî tê de nivîsandin.
Ma hûn dizanin Seîdê Nûrsî di kîjan rojnameyan de nivîs weşandin. Va ye rojnameyên ku di Seîdê Nûrsî tê de nivîsandin.
Di rojnameyan de nivîskarîya Bedîuzzeman
Piştî demeke kin ya ku Bedîuzzeman hate Stenbolê Meşruîyeta 2. Hate îlankirin. Di roja 3’yan ya Mesruîyetê de di dîroka 27’ê Tîrmehê 1908’an de li Stenbolê piştî hefteyekê jî li Selanîkê li ser mane û girîngîya meşruîyetê goterk îrad kirîye. Piştî vê dîrokê Bedîuzzeman bi ji bo ku bi sîyasetê û bi jîyana civakî xizmeta dîn û dîyanetê bike, di hinek rojnameyan de dest bi nivîsan kirîye. Ev ji bo Ustad rê û rêbazeke nû ya xizmetkirinê bû. Nivîsa Bedîuzzeman ya pêşî di Rojnameya Misbahê de derket. Mijarê nivîsê naveroka gotara ku li Stenbol û Selanîkê îrad kiribû.
Ev gotar bi sernavê “Fêkîyên çîyayî ne xweşbin jî dewa ne” di dîroka 2’yê Cotmehê sala 1908’an de hate weşandin.
ROJNAMEYA MİSBAHÊ
Rojnameya Misbahê di nushaya dîroka 2’yê Cotmehê sala 1908’an de li serê vê gotarê tiştekî wiha nivîsîbû. “İstanbulumuzca Kürd Hoca denmekle maruf, fazıl-ı şehîr Bediüzzaman-ı Kürdî Molla Said Hazretlerini inkılab-ı mes’ud ibtidalarında Dersaadet ve Selanik’te kerraren irad edip bilhassa ga¬zetemize ihda eylediği nutk-ı irticalidir.” (1)
ROJNAMEYA ŞÛRÂ-YI UMMET
Di Rojnameya Misbahê de 4 gotarên Bedîuzzeman hatin weşandin. Piştre di Rojanmeya Şura-yi Ummet de li ser Alayên Hamidîye nivîseke Bedîuzzeman derket. Şura-yi Ummet dezgeha weşanê ya Îttihad û Teraqqîyê bû. Pêşî li Paris û Stenbolê hate weşandin (1902-1910). Ev weşanxane, weşanxaneya pêşî ya ku Tirkîtî tê de hatîye pêşxistin e. Piştî îlana meşrutîyetê ya 2. Vê rojnameyê weşana xwe li Stenbolê dewam kirîye.
Bedîuzzeman di rojnameyên cuda de fikr û ramanên xwe bi awayekî zelal û vekirî radixist ber çavan. Mesela pêşî di Rojnameya Şurayê Ummetê de piştre jî di Rojnameya Şerq û Kurdistanê de gotarên xwe nivîsîn.
Rojnameya Şerq û Kurdistanê di sala 1908’an de dest bi weşanê kir. Li Stenbolê serê du hefteyan carekê bi çar rûpelan derdiket. Hejmara vê rojnameyê yên derketin mixabin tam nayên zanîn. Rojname bi gelemperî li ser rewşa Kurdistanê disekinî. Berpirsê rojnameyê Ji hersekê Ehmed şerîf bû. Sernivîskarê rojnameyê jî ji Meletî Bedrî bû.
Yek ji nivîskarên pêşî yê Rojanmeya Şerq û Kurdistanê Bedîuzzeman bû. Bedîuzzeman di hejmara pêşî de derfeta bangewazîya Ebdulhamîd dît.
ROJNAMEYA ŞERQ Û KURDISTAN
Bedîuzzeman di weşanên cihê de gotarên xwe dinivîsîn. Her wiha di Rojnameya Kürd Teavün ü Terakki’yê de gotara xwe ya pêşî ya Kurdî nivîsî. Midûrê berpirs yê rojnameyê helbestvanê navdar yê Kurd Pîrênerd bû.
Ev rojname di hefteyê de carekê dihat weşandin. Hejmarên wê jî tam nayên zanîn lê tê texmînkirin ku 9 hejmar derketine. Rojname him bi zaravyê Kurmancî him jî bi zaravayê Soranî dihat weşandin. Ji ber ku rojname ne qedexe bû ji bo Kurdan pir girîng bû. Di nav mebestên rojnameyê de di qadên aborî, çandî, perwerdehî û hwd. de pêşdebirina Kurdan jî hebû.
Bedîuzzeman ji bilî van rojnameyan di rojnameyên Volkan, Serbesti, Mîzan û Tanînê de jî gotarên xwe pêşkêş kirin
Çavkanî: risalahaber.com
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.