Di sala 2022yan de ji teref rejîma îşxalker ve 48 hezar car êrîş li Mescîdî Eqsayê hat kirin

Di sala 2022yan de ji teref rejîma îşxalker ve 48 hezar car êrîş li Mescîdî Eqsayê hat kirin

Serokê Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê Azzam el-Xetîb, derheqê êrîşên rejîma îşxalker a ku di sala 2022yan de li Mescîdî Eqsayê kir de daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Êrîş û îxlalkirina mafê li dijî Mescîdî Eqsayê ya rejîma îşxalker roj bi roj zêde dibe. Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku êrîş li gorî sala parîn zêde bûne, û ev agahî hat dayîn ku di sala 2022yan de 48 hezar û 238 caran êrîş hatîye kirin.

Xetîb, di daxuyanîya niviskî de bal kişand ku îşxalkerên ku êrîşî Mescîdî Eqsaya ku ew parçeyeke bawerîya Misilmanên ku du mîlyar nifûsa wan heye dike, tu dem goh nade qutsiyetîya li vê derê. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.