Di şikeftên hêmî de kevneşopa çendîn salî didin jiyandin
Li Entabê çendîn qerne ku hosteyên di şikeftên hêmî de li ser dezgahan kindir çêdikin û bi vê yekê hewl didin ku kevneşopa çendîn salî didin jiyandin.
Li Entabê çendîn qerne ku hosteyên di şikeftên hêmî de li ser dezgahan bê ceyran û amûrên dijîtal kindir çêdikin û bi vê yekê re kevneşopa çendîn salî didin jiyandin.
Li navçeya Şahînbeya Entabê di Taxa Şehrekustu de hosteyên kindiran di şikeftên hêmî yên ku di heyama parastina bajarê Dîlokê de wek depoya avê û dûvre jî wek ocaxa kaviran dihat bikaranîn li ser dezgahan bê ceyran û amûrên dijîtal kindir çêdikin û bi vê yekê re kevneşopa çendîn salî didin jiyandin.
Yaşar Polatê ku ev nêzî nîv qernê ye kindir çêdike diyar kir berê bi hezaran hosteyên vê karê di nav van şikeftan de dixebitîna. Lê piştî ku fabrîqe derketine karê wan êdî kêm bûye. Niha jî bes 40-50 hoste vê karê didomînin.
Polat diyar kir ku çendîn sal e ew bi bendên bermayiyên fabrîqeyan vê karê dikin. Bi vê yekê jî ji aliyekê ve debara xwe temîn dikin û ji aliyekê ve jî vê kevneşopa çendîn salî didin jiyandin.
Polat diyar kir dema ew 8 salî bûye heta niha vê karê didomîne û ji bo çêkirina kindirê wan gelek hewl dane. Dûvre Polat wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em li vir hewl didin ku vê karê bidin jiyandin. Roj bi roj jimara me kêm dibe. Em bi keda xwe hewl didin berhemên bi qelîte çêbikin. Kindir di serî de werîs ji bo gelek tiştan tê bikaranîn.”
Polat diyar kir hêmîbûna şikeftan bihevegirtina bendan hêsantir dike. Dûvre Polat wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji zaroktiya xwe pê ve vê karê dikin. Ji ber ku li vir bi ritûbet e û ji ber ku pirraniya daringê pembû ye em ji bermayiya fabrîqeyan goşkar, titin, hêlank, libas, benda lehîfan çêdikin. Berê em 200-250 kes bûn. Niha 20-25 kes in. Wek zenaeta destan tê zanîn. Lê êdî kesên ku wekê berê qîmetê bidin hunerê nemane.”
Polat wiha pê de çû: “Ev kar di heyama parastina bajarê Entabê dihat kirin. Ji wê çaxê heta vê çaxê tişteke ya ku guheriye tune. Çirax û dezgahên me heman in. Ev îş hêdî hêdî ji holê radibe. Bes em siparişên ku tên dayîn çêdikin. 5-10 sal berê me nedikariya siparêşan biqedanda. Li vir 7 dezgah hebûn. Niha bes 4 dezgah nane. Li gelemperê Entabê 40-50 hoste vê karê dikin. Em jî hewl didin ku nanê xwe ji vê yekê temîn bikin.”
Ji hosteyan Kadîr Demîr jî diyar kir ku ev nîv qern e ku ew heman karê dike. Dema ku zarok bûye dest bi vê karê kiriye û hêj vê yekê didomîne. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.