Di Sînor De Şewat

Di Sînor De Şewat

Agirê Sûriye, 12 Tirên Tirkiyê Jî Şewitand

Xeberan diyar kir ku li rexê sînorê Tirkiye, şerê di navbera hêzên Esed û muxalîfan de dijwar dibe. Nêzî deriyê sînor ya Babel Hawayê, 12 tirên Tirkiye, di nav şer de man û hatin şewitandin.

Deriyê sinor ya Bab El Hava ya ku li hemberî deriyê sinora Cîlvegozü ya li Hatayê ye, ji aliye muxalifan ve hat bidest xistin. Di dema pêvçûnê de 12 TİRên Tirkiyeyê şewitîn. Dîmenên şewitandina tiran, bi telefona destan hatin qeyd kirin.

Li aliyê din, di nav de 2 general, 2 albay, yuzbaşiyek, usteğmenek u hinek esker û maliyên wan 160 kesên din derbasî Tirkiye bûn. Wan şandin qonaxa hecciyan ya li Reyhanliyê.

Hat îddîa kirin ku hepsa Hûmûsê jî, ketiye destê muxalîfan. (Ferman Çiyayî/ Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.