Di şoba kolerayê ya li Yemenê de nêzî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan

Di şoba kolerayê ya li Yemenê de nêzî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji ber şopa kolerayê ya ku ev demek dirêj e li Yemenê heye hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan her roja ku diçe zêdetir dibe.

Li gor rapora herî dawî ya ku ji teref Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve hatiye weşandin  hejmara kesên ku ji ber şobê jiyana xwe ji dest dan derket hezar û 847an.

Li gor raporê ji 27ê Nîsanê ve ji ber şoba ku li 21 bajarên Yemenê belav bûye hezar û 847 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li Yemenê ji ber şerê navxweyî ya ku ev nêzî 2 salan berdewam dike nêzî 3 milyon Yemenî bûn penaber. Ji ber tunebûna ava paqij û çopan însan bi hêsanî bi nexxweşiya kolerayê dikevin.

ÎLKHA


















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.