Di şûna kayê de “gûnî” didin heywanên xwe

Di şûna kayê de “gûnî” didin heywanên xwe

Li navçeya Kanîreşa Çewlîgê hemwelatiyan diyar kirin ew ji ber şert û mercên bi zehmet ên zivistanê di şûna kayê de gûnî didin dawerên xwe.

Li navçeya Kanîreşa Çewlîgê nişteciyên taxa Kanîtahtê diyar kirin ku pût û debara wan kêm e. Ji ber ku bihayê giyah û kayê zêde ye ew di şûna kayê de gûnî didin dawerên xwe. 

Vahyettîn Bîngolê ku li navçeya Kanîreşa Çewlîgê di Taxa Kanîtahtê de bi heywandariyê re mijûl dibe diyar kir ku ji ber bihayê debarê û şert û mercên bi zehmet ên zivistanê di şûna kayê de gûniyên ku payîzê berhev dikin didin heywanên xwe.

Bîngol diyar kir ku îsal zivistan zû hatiye û dûvedirêj kiriye. Ji ber vê yekê bihayê pût û debarê zêde ye. Ji bo vê yekê ew jî wek heywandar di şûna kayê de gûniyên ku payîzê berhev dikin didin heywanên xwe.

Bîngol wiha di derbarê mijarê de axivî: “Em gûniyên ku payîzê berhev dikin dema ku kayê me hindik bibe perçe perçe dikin û didin heywanên xwe. Ji ber ku kaloriya wê zêde ye iltihaba heywanan ziwa dike. Bi vê şiklê em him ji kayê û him jî ji giyahî teserûf dikin. Ji ber ku îsal zivistan zû hat kayê me hindik maye. Em jî gûniyên ku him ji bo şewat û him jî ji bo heywanan berhev dikin perçe perçe dikin. Dûvre didin heywanan.” (ÎLKHA)




















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.