Di Tûra 2an De % 71 Xelkê Misrê Destûra Nû Erêkir
Di Tûra 2an De % 71 Xelkê Misrê Destûra Nû Erêkir
Li Misrê tûra ewil ya referandûmê, di 15ê Kanûnê de hatibû li dar xistin û ji sedî nêzî 57 milletê Misrê gotibûn “erê”. Tûra dudiyan jî, do na pêr hat li dar xistin. Li 17 bajaran millet çû ser sindoqan. Dana rayan ji teref zêdetirî 7 hezar hakiman ve hat kontrolkirin. Ji sedî 71 millet Referandûmê de raya erê da. Ji sedî 29 raya “na”yê derket.
Di heyama dengdayînê de, dora 250 hezar polîs û esker wezîfedar bûn. Hemî sindoq hatin vekirin û hejmartin. Li gor encamên neresmî, ji bo destûra nû ji sedî 71 “erê” derket. Bi her dû netîcê hilbijartinê, xelkê Misrê ji sedî 64 desek dan referandûmê.
Wekî tê zanîn Cemaeta Îxwan û aliyên Îslamî yên din, destekê didin referandûma ji bo qanûna esasî. Ji ber ku meclîsa xelkê hatiye fesix kirin, li gor qirara mehkema qanûna esasî, selahiyeta qanûndanînê di destê serekcimhûr Mûhammed Mûrsî de ye. Eger qanûna esasî ya nû bê tesdîq kirin, wê selahiyeta qanûndanînê têkeve destê meclîsa Şûrayê. Sê yekê mensûbên meclîsa şûrayê yanî 90 mensûb, ji teref serekcimhûr ve tên tayîn kirin.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.